BI DÎMEN

Li Kolnê banga tevlîbûna meşa 16’ê Mijdarê hat kirin

Li Kolnê di çarçoveya meşa 16’ê Mijdarê a li Kolnê de hevdîtina gel hat lidarxistin.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de wê 16’ê Mijdarê li Kolnê meş bê lidarxistin. Di çarçoveya meşê de hevdîtina gel hat lidarxistin.

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever di hevdîtina gel de axivî. Sever bal kişand bi ser girîngiya tevlîbûna mesa 16’ê Mijdarê û got: “Ji bo xebatên meşê ne tenê endamên meclîsa me berpirsyarin, hemû gelê me ji xebatên tevlîbûna meşê berpirsiyarin. Em bang hemû gelên xwe dikin ku tevlî meşa 16’ê Mijdarê bibin.”

Engîn Sever diyar kir ku saziyên navneteweyî ji ber têkiliyên bazirganiyê yên bi dewleta Tirk re li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bêdeng in û mînaka OPCW'ê da û got: “OPCW çi bû? Rêxistinek li dijî madeyên kîmyewî bû û me xwest em bi wan re hevdîtinê bikin, lê bersiv nedan. Ji ber ku madeyên kîmyewî yên li wir tên bikaranîn li Hollandayê hatine çêkirin. Elmanya, Kanada, Awûstûrya û welatên din van madeyên kîmyewî hilberandin û firotin Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê ew bêdeng man. Lê gelê Kurd paşve gav neavêt. Li her qadê têkoşîna xwe berfireh kir.”

Engîn Sever bal kişand bi ser rola civaka Kurd a li Ewropayê ya di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de û banga tevlîbûna meşa 16’ê Mijdarê ya li Deutzer Werft a Kolnê bê lidarxistin kir.