Li Kolnê 15 hezar kes ji bo Roja Rojava meşiyan

Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi hezaran kes ji bo bo Roja Rojava ya Cîhanê meşiyan. Li gel Kurdistaniyan û Elmanan gelek aktivîstên ji gelên din tevlî meşê bûn.

Meşa ji bo Roja Rojava ya Cîhanê ji aliyê Federasyona MED, Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (YJK-E) û Platforma Defend Rojava ve hate kirin, weke gelek navendên Ewropayê saet 14:00’an ji pêşiya Muzeya Roma Germen destpê ki.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Koln, Bîelefeld, Munîh, Osnabruck, Dûîsbûrg, Emerîch, Essen, Dortmûnd, Hagen, Dusseldorf, Aachen, Bonn, Leverkûsen, Duren û Monchengladbachê dijîn tevlî çalakiyê bûn.

Meş li Qada Nûemarkê veguherî mîtîngekê. Li vir li ser navê gelek aliyan axaftin hate kirin. Hevserokê Ferderasyona Med’ê Engîn Seven got: “Dixwazin me Kurdan qetil bikin. Ev polîtîka wê bi teqez bi berxwedana me têk biçe”

Li ser navê Komîteya Platforma Defend Rojava aktivîsta Elman a bi navê Lîna jî diyar kir ku modelek bi ramana ekolojî û bi pêşengtiya jinê li Rojava pêş dikeve, divê baş bê famkirin. Ji bo wê ye rojava diparêzin û xwedî lê derdikevin.

Endamê PYD’ê Baran Haso jî got: “ Plana me jiyana azad e. Bûna xwedî statû ye. Dixwazin me bê statû bihêlin. Lê hê ji mêj ve ev armancên wan têk çûye. Em mirovahiyê temsîl dikin, ew hişmendiya DÎAŞ’ê temsîl dikin.”

Endamê KNK’ê Xalîd Qadîr jî got: “Serketin wê ya vîna gelê me be. Bi sed hezaran kes li Ewropayê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê li qadanin.”

Hunermendên bi navê Peywend Arjîn, Diyar, Seyîdxan, Şîrîn Alma, Zozan, Amele, Comet, Hekîm Sefqan û Sîpan û gelek hunermendên Kurd tevlî xwepêşandanê bûn. Li ser navê TEV-ÇAND’ê hunermend Seyîdxan ê axivî got: “Berxwedana Rûmetê serbilindiya gelê me ye. Fedekariyên mezin tên kirin. Serketin wê ya Rojava be.”

Hunermed Diyar derket ser dikê û stranên berxwedanê gotin.