Li Koln, Stûttgart û Freîbûrgê gel li dijî nijadperestiyê daketin qadan

Li bajarên Koln, Stûttgart û Freîbûrgê yê Elmanyayê bi hezaran kes li dijî nijadperestiyê daketin qadan.

KOLN

Qetilkirina George Floyd li Kolnê bi xwepêşandeke mezin hate protestokirin.

Bi hezaran kes li qada Deûtzer Werfê kom bûn û kincên reş li xwe kirin.  Di çalakiyê de hate diyarkirin ku li her erdnîgariyê nijadperestî heye. Şîddeta polîs û dewletê bi çepikan hate protestokirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê saziyên çepgir û sosyalîst li Schlossgartenê hatin ba hev û diyar kirin ew li dijî nijadperestiyê ne. Pêkhateyên Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk jî belavok belav kirin û bal kişandin ser Bariş Çakan ê ku li Tirkiyeyê ji ber ku muzîka bi Kurdî guhdar kiribû, hatibû qetilkirin. Nêzî 15 hezar kes tevlî vê çalakiyê bûn.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê jî êrîşa nijadperest a li Emerîkayê û qetilkirina Bariş Çakan hate protestokirin.

Bi hezaran kes li dijî nijadperestî û polîtîkayên faşîst ên rejîmê daketin qadan. Çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad ji bo George Floyd û Bariş Çakan pankartek amade kirin. Vê pankartê gelekî bal kişand.