Li Koçer doza 'Piştevaniya Efrînê' hate vekirin

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) Tahîr Koçer, ji ber axaftina xwe ya li meşeke par a ji bo Efrînê, wê îro careke din derkeve pêşberî dadger.

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, 19'ê Sibata 2018'an ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên ê yên çete yên li dijî Efrînê, meşeke protestoyî pêk hatibû. Bi sedan Kurdistanî tevî dostên xwe tevlî meşê bûbûn û ji bo piştgiriyê bidin berxwedana dîrokî ya li Efrînê alên YPG/YPJ'ê hilda bûn.

Lê belê bi hinceta ku 'Alên YPG/YPJ'ê qedexe ne', polîsan hewl dan di dema xwepêşandanê de provokasyonê bikin. Ji beşdarên meşê Hevserokê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer jî bang li gel kir ku 'berxwedana pasîf' bike. Polîsan piştre ji ber axaftina wî ya li meşê lêpirsîn li Koçer vekirin.

Rûniştina destpêkê ya dozê li dadgeha li bajarê Braûnschweîg ê eyaleta Saksonya Jêrîn pêk hat. Koçer wê îro careke din derkeve pêşberî dadger. Hevserokê NAV-DEM'ê bi 'binpêkirina qanûna komeleyan' tê sûcdarkirin. Tê payin ku di rûniştina îro ya dozê de biryarek derkeve.