Li Kîelê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê û şehîdê MLKP/HBDH’ê Sînan Guneş (Serkan Bûlût) hatin bibîranîn.

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê û şehîdê MLKP/HBDH’ê Sînan Guneş (Serkan Bûlût) hatin bibîranîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku şehîdên 14’ê Tîrmehê ji bo Kurdistan û mirovayetiyê bûne ronahî û berxwedana li zindana Diyarbekirê îroj veguheriye qonaxeke din.

Li ser navê MLKP’ê jî axaftin hate kirin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi hovane êrîşî Kurdistanê dike û hate gotin “Rêhevalên me li hemberî van êrîşan berxwedaneke bêhempa dikin.”

Piştî axaftinan sînevîzyon hate nîşandan.