Li Kîelê ji Girtîgeha Îmraliyê re qert hatin şandin
Li Kîelê di çarçoveya kampanyaya “100 hezar qert” a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de ji Girtîgeha Îmraliyê re qert hatin şandin.
Li Kîelê di çarçoveya kampanyaya “100 hezar qert” a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de ji Girtîgeha Îmraliyê re qert hatin şandin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 34 meh in tu agahî nayên girtin. Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re, bi awayekî sîstematîk di bin navê “disiplînê” de tên astengkirin. Ev rewş dibe sedema bertekên gelê Kurdistanê û hemû beşên civakê.
Bi vê boneyê di Cotmeha 2023’an de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Di çaroveya pêngavê de kampanyaya “100 hezar qert” a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin.
Li bajarê Kîel a Elmanyayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qert hatin şandin.