Li Kîelê dewleta Tirk hate protestokirin

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê pêk tîne, li Kîel a Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li Kîel a Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan, êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê pêkanîn, protesto kirin.

Di çalakiya ku alên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, QSD, YPG, YPJ û pankartên bi Elmanî û Kurdî hatî vekirin de dan diyarkirin ku dewleta Tik bi êrîşên li Kurdistanê pêktîne, dixwaze gelê Kurd bi qirkirinê re derbas bike.

Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku li dijî van gêrîla stratejiyên nû pêş dixe û li dijî êrîşan li ber xwe didin. Dîsa bal kişandin ser yekîtiya netewî.

Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Katîl Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Heftanîn”, “Bijî gêrîla”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.