Li Kîelê dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk hate protestokirin.
Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk hate protestokirin.
Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate şermezarkirin û berxwedana Cenga Heftanînê hate silavkirin.
Di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên QSD, YPG û YPJ’ê hate hildan.
Di axaftinên çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk her roj bi awayekî hovane êrîşî Kurdistanê dike û hate gotin ku dewleta Tirk çi qasî têk diçe, ewqasî êrîşî Kurdistanê dike.