Li Kîelê dewleta Tirk hate protestokirin

Bi bajarê Kîel a Elmanyayê bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, zextên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyan hate protestokirin.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan, flamanyên QSD û YBŞ’ê û pankartên bi nivîsên Kurdî û Elmanî hate vekirin. Di axaftinên hatın kirin de dan diyarkirin ku dema herçar parçeyên Kurdistanê di bin êrîşan de be, bêdengiya dewletên cîhanê jî dibe hevkariya van êrîşan.

Hate diyarkirin ku her dema ku Tirkiye dikeve tevgaviyê êrîşî Kurdan dike, ev êrîş ne di rewşek bê qebûlkirin de ye.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku pêwîste Kurdistanî her roj qadan tejî bikin û rê nedin faşîzmê û hate gotin, “Ev barbarî nagehîje ti encamekê.”

Çalakî bi dirûşmeyên, “Qatîl Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Is – id Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Heftanîn”, “Bijî gêrîla”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.