Li Kîelê 7 saziyan ji bo HDP’ê name ji şaredariyan re şandin

7 saziyên li Kîelê li dijî zextên li ser HDP’ê nameyeke hevpar ji 22 şaredariyan re şandin.

Li dijî operasyonên qirkirina siyasî û zextên desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê li dijî HDP’ê dike, 7 saziyan nameyeke hevpar ji 22 şaredariyan re şandin.

AGÎF Kîel, Demokratîsches Gesellschaftzentrum Der Kurden, Kurdienennen Kîel, Jiyana Jin, Kurdîsche Kulturschule Kîel E.V, PYD SH, SKB û Kurdistan Solidaritatskomite Kîelê li dijî zextên li ser HDP’ê ji 22 şaredariyên li Kîelê re şandin.

Di nameyê de qala zextên li ser HDP’ê, girtina siyasetmedaran, desteserkirina şaredariyan hate kirin.