BI DÎMEN

Li Kasselê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin

Li Kasselê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin û ev peyam hate dayîn: “Em li kudera cîhanê dibin bila bibin, têkoşîna me wê heta azadiya Rêbertî û Kurdistanê dewam bike.”

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de meş hate kirin.

Bi dehan Kurdistaniyên ku li stasyona trenê ya navenda Kasselê hatin ba hev, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê deqeyek rêz girtin û piştre ber bi qada Kasselê ve meşiyan.

Girseyê pankartên “Ji Abdullah Ocalan re azadî”, “Rêbertiya Azad, Nasnameya Azad, Kurdistana Azad” û flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hildan. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Ji Hevserokatiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kasselê, axaftin hate kirin. Hevserok wiha got: “Azadiya Rêbertî, azadiya hemû gelê Kurd e. Tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Divê demildest Rêber Apo bê berdan. Em li kudera cîhanê dibin bila bibin, têkoşîna me wê heta azadiya Rêbertî û Kurdistanê dewam bike.”