BI DÎMEN

Li kampa Holê operasyoneke ewlehiyê destpê kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê dest bi operasyoneke ewlehiyê kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê destpêkirina operasyoneke ewlehiyê li kampa Holê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya li kampê hate dayîn wiha ye:

"Di van demên dawî de hem di warê leşkerî de hem jî di warê siyasî de, herêma me rastî gelek pêşketin û rûdanan hat. Van pêşketinan derfet da şaneyên DAÎŞ'ê ku liv û tevgera xwe zêde bikin û kiryarên terorîstî pêk bînin, her wiha sûdê ji valahiya li hin deverên Sûriyeyê bigirin. Li ser vê bingehê, DAÎŞ'ê gelek çalakiyên terorîstî li dijî sivîlan û hêzên me yên leşkerî pêk anîn. Di heman demê de hewldana leşkerkirin û ji nû ve birêxistinkirina xwe zêde dike.

Di van demên dawîn de, li kampê hewldanên dubare yên şaneyên DAÎŞ'ê ji bo revandina malbatan çêbûn. Her wiha bi dehan rewşên gef û lêdanan li dijî şêniyên kampê hatin dîtin.

Kampa Holê ya ku bi deh hezaran malbatên DAÎŞ'ê tê de ne, rewşeke awarte nîşan dide. Ew wek fitîla karesateke niha û paşerojê tê dîtin, nemaze ji ber nebûna çareseriyên bingehîn ji aliyê civata navneteweyî ve ku barê giran li ser Rêveberiya Xweser dihêle. Ev yek bi taybetî piştî ku piştgiriya navneteweyî ji kampê re qut bû, rewşeke bê îstiqrar çêkir û astengî û kêşeyên mirovî û ewlehî zêde kirin.

Ji kesî nayê veşartin ku DAÎŞ gelek caran hewl daye hişmendiya xwe ya tundrew di mejiyê zarok û ciwanên kampê de bi awayekî birêxistinkirî ferz bike. Her wiha navendên rêxistinên mirovî yên di nava kampê de jî rastî gelek êrişên wan hatin.

Li ser vê bingehê û ji bo ku ev teror negihêje armancên xwe, hêzên me di dem û cihên cuda de li dijî şaneyên DAÎŞ'ê bi dehan operaseyonên pêşîlêgirtinê li dar xistine.

Ji bo wê, li gor prensîbên xwe yên mirovî û leşkerî û di dewamiya xebatên xwe yên li dijî terorê, wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) em operasyona ewlehiyê ji bo paqijkirina kampa Hol û derdora wê radigihînin.

Ev operasyon li ser esasê agahiyên rasterast ên ku ji aliyê hêzên me yên ewlekariyê ve hatine tespîtkirin, derbarê hebûna şaneyên rêxistinkirî yên DAÎŞ'ê li hundir û derveyî kampa Holê ku hewl didin ewlehî û aramiya kampê û derdora wê têk bibin, pêk tê.

Bi vê operasyonê re em careke din israr û pabendbûna xwe ya bi nirxên mirovî û dewama hewldanên xwe yên ji bo jinavbirina jêderên terorê yên ku ewlehiya gelê me û cîhanê dixe metirsiyê dubare dikin."