Li Ingilistanê kampanyaya Malbatên Xwîşk û Bira didome

Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanyayê di serî de Kurd, bang li hemû sazî û dezgehên dostên Kurdan kir ku tevlî kampanyayê bibin.

Komoleya Çandê ya Kaarkerên Koçber (GÎK-DER), Komeleyen Kurcikî, Tilkilî û Kiskisrakiyan jî diyar kirin ku ew ê destêk bidin kampanyaya Malbatên Xwîşk û Bira, ku HDP'ê dabû destpêkirin û Heyva-Sor rê ve dibe.

Heyva-Sor UK'ê bi çarçoweya kampanyayê xebatan didomîne, Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanyayê jî ji meclîsên xwe re nivîs şand ku tevlî kampanyayê bibin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal got, ''niha dema piştevaniyê ye'' û got ew bi rengekî aktîf tevlî kampanyaya Malbatên Xwîşk û Bira dibin ku Heyva Sor a Kurdistanê daye destpêkirin. 

Akbal diyar kir, ji bo ku kampanya serkeftî be bang li hemû xebatkarên xwe kir û got divê bibin pêşengên kampanyayê û ev hem peywireke mirovî û hem jî peywireke netewî ye.

KITEKITÊN KAMPANYAYÊ

Şertên Kampanyayê ku Heyva-Sor UK'ê daye destpêkirin:
1-Ji bo malbata xwîşk û bira 3 mehan her meh wê 100 pound were şandin.

2-Heyva Sor wê agahiya malbata ku alîkarî pê re were kirin, bide.

3-Malbata ku bûyî xwedî malbata xwîşk û bira dikare rasterast ew alîkariyê bişînin û dikarin bi rêya Heyva Sor jî alîkariyê bigihînin malbatê.

AGAHIYÊN BENQEYÊ

Agahiyên benqeyê ji bo kesên ku dixwazin tevlî kampanyayê bibin:

Brîtanya
Kurdish Red Moon (Heyva Sor a Kurdistanê)
Fairfax Hall 11 Portland Gardens London N4 IHU
Tlf: 0044 7780 179787
E-mail: [email protected]
Registered Charity No: 10 93 741
Company No: 42 85 714
The Co-operative Bank
Bank Sort code: 089299
Bank Account No: 65863091
IBAN: GB55 CPBK 0892 9965 8630 91
BIC: CPBK GB22
http://heyvasoruk.org/