BI DÎMEN

Li Hildesheim’ê meş û şahiya 15’ê Tebaxê

Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê Kurd û dostên wan hatin ba hev û êrîşên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî çanda Kurdî tên kirin, protesto kirin. Piştî çalakiya protestoyê şahiya 15’ê Tebaxê hate lidarxistin.

ŞAHIYÊN 15’Ê TEBAXÊ

Li Hildesheim’ê li dijî zextên li ser çanda Kurdî, meşeke protestoyî hate lidarxistin. Komuna Jinan a Meryem û Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hildesheim’ê bi hev re çalakiya protestoyî organîze kirin. Çalakî li Marktplatz’ê li ber Şaredariyê destpê kir. Çalakvan di sûkê re derbas bûn û gihiştin Navenda Civaka Kurd a Demokratîk. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Piştî çalakiyê Kurdistanî û dostên wan li navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hildesheim’ê hatin ba hev û Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Ozgur Comert, Hêvî Çiya, Hîkmet Bira, Dimlî Amed û Koma Navend derketin ser dikê û li ber muzîkê govend gerandin. Şahî piştre bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.