Li Parîs û Stuttgartê çalakiyên ‘Azadî ji bo Ocalan’

Li banliyoya Vîllîers-le-Bel a li paytexta Fransayayê Parîsê û Stuttgarta Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çalakiyek lidar xist.

Çalakî bi pêşengiya aktîvîstên tevgera ciwanan TEKO-JIN û TCŞ’ê ve, vê roja Çarşemê li ber gareya trenê ya Vîllîers-le-Bel hate lidarxistin.

Çalakgerên ku di seat 18:00’an de kombûyîn, pankarta bi nivîsa “Ji bo azadiya Ocalan em hemû bi hev re liber xwe bidin” û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan na be” û “Azadî ji bo Ocalan” berz kirin. Di dema çalakiyê de belavok jî hatin belavkirin.

Li Stuttgarta Elmanyayê jî ji aliyê herdu rêxistinê ve bi heman daxwazê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çarçoveya pêngava “Bes e ji Tectîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re; Bi Hev Re Serhildan”de, di navbera seat 16:00 û 20:00’an de li qada Rotebuhlplatzê bi çalakiyekê tecrîda li Îmralî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di çalakiya ku belavokên di derbarê êrîşan de hatî belavkirin de, ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meske biserde girtin û rakirin. Kesên li derdor jî bi eleqeyekê pêşwazî kir.

Heman demê nepoxên bi rengê Kesk, Sor û Zer ên bi nivîsa “Azadî ji bo Ocalan” berdan hewayê.