Li Helsînkiyê ji bo salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' çalakî kirin
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi boneya yekemîn salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî hatibû destpêkirin, çalakî hat lidarxistin.

Bi boneya yekemîn salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî hatibû destpêkirin, çalakiyek hevbeş li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê hat lidarxistin.
Bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn ku ji aliyê partiyên siyasî yên Kurdistanî û rêxistinên sivîl ve hat lidarxistin. Çalakî li navenda Helsînkiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên şoreşa azadiyê destpê kir.
Di çalakiyê de daxuyaniyên hin rêxistin, partî û kesayetan hatin xwedin û bêyî navber dirûşmeyên li dijî rejîma Îranê hatin berz kirin.
Koma muzîkê ya bi navê “Rîtma berxwedanê” jî beşdarî çalakiyê bû.