Li Helsînkiyê dewleta Tirk hate protestokirin

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan li Senaatîntorî ya Helsînkiyê dagirkeriya Tirk hate protestokirin.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehenime’ hatin qîrkirin. Her wiha di axaftinên hatin kirin de bêdengiya rêxistinên navneteweyî û dewletên herêmî yên ji berjewendiyan wan hatin protestokirin.

Hate gotin ku wê gelê Kurd li ber qetlîaman bêdeng nemînin û wê çalakiyên xwe bidomînin.