Li Helsînkiyê çalakiya ji bo azadiya Ocalan
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankart hate daliqandin.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankart hate daliqandin.
Di vê demê de ku guman li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene, li Fînlandiyayê Kurd çalakiyan dikin.
Di vê çarçoveyê de 2 roj in li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê pankart tên daliqandin û işaret bi rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin.
Pankartên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" ku wêneyê Ocalan li ser e li gelek pirên li nava bajêr hatin daliqandin.