Li Helsîngborgê Welat Çetîn, Şengalî û Mahîr hatin bibîranîn

Li bajarê Helsîngboûrg a Swêdê Welat Çetîn, Zekî Şengal û Atakan Mahîr hatin bibîranîn.

Welat Çetîn (Karker Botan) ê 28’ê Tîrmehê li navçeya Gever a Colemêrgê di şerê artêşa Tirk de, Îbrahîm Çoban (Atakan Mahîr) ê 11’ê Tebaxa sala borî li bejahiya Pîlemûriye û Endamê Konseya Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî ê 15’ê Tebaxa 2019’an di êrîşa hewayî ya li Şengalê de şehîd bûbûn li Helsîngborgê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Xizmê Welat Çetîn Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Skane Amara Stevrî diyar kir ku Welat Çetîn li gel hevrêyê xwe Brûsk Serhat li dijî êrîşên artêşa Tirk heta guleya xwe ya dawî bi lehengî li ber xwe dan. Stevrî anî ziman ku Çetîn ji bo çar parçeyên Kurdistanê şehîd bû. Stevrî destnîşan kir ku ji bo xwedîderketina li rêya wan divê têkoşînê xurt bikin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Skane Ariyan Berwerî jî axivî diyar kir ku rêberê leheng ê civaka Êzidî Zekî Şengalî bi hevkariya xiyanetkar şehdî bû. Berwarî anî ziman ku ji ber Zekî Şengalî temsîla nirxên mirovahî û civaka Êzidî bû ji aliyê dewleta Tirk ve hate hedefkirin.

Berwarî da xuyakirin ku Mahîr Atakan şoreşgerekî fedekar û xwe bexşî gelê xwe kiribû. Berwarî piştî ku bîranînên xwe yên li gel Mahîr bi bejdarvanan re parvekir û şûnde banga xwedîderketinê li têkoşîna Çetîn, Mahîr û Şengalî kir.

 Bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.