Li Helsîngborgê Kasim Engîn û Zîn Avesta hatin bibîranîn

Endamê Komîteya Navendî ya PKK Kasim Engîn ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû û Endama Konseya Fermandarî ya HPG û YJA-STAR Zîn Avesta ku ji ber nexweşiya şêrpencê şehîd bûbû li bajarê Helsîngborgê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li bajarê Helsîngborg ya Swêdê endamê Komîteya Navendî ya PKK Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlîkûl) ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk ya 27’ê Gulanê de şehîd bûbû û Endama Konseya Fermandarî ya HPG û YJA-STAR Zîn Avesta (Hafîze Ozdemîr) ku ji ber nexweşiya şêrpencê şehîd bûbû, hatin bîranîn.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo bîranîna Engîn û Avesta û hemû şehîdên şoreşê dest pê kir.

Piştre sînevîzyonek derbarê jiyan û têkoşîna Engîn hate nîşandan.

Lêkolerê Kurd Sultan Oger yê ku ji nêz ve Engîn nas dikir axifî û got: “Taybetmendiya herî girîng a hevalê Kasim ev bû ku her erkî bi enerjiya herî bilind pêk dianî. Di her şert û mercî de şoreşgerekî bi nirx bû ku bi kesayetiya xwe ya pozîtîf moral dida hevalên xwe.”

Oger da zanîn ku astengiya herî mezin a li pêşiya yekîtî û azadiyê îxanet e û tekez kir ku li her qadê bi teşhîrkirina îxanetê re wê têkoşînê bigihîne serkeftinê.

Di axaftina xwe de got ku Zîn Avesta di afirandina têkoşîna jina azad de xwedî roleke mezin e. Her wiha eşkere kir ku Zîn Avesta ji destpêka tevlîbûna xwe heya şehadeta xwe ve bi awayeke bi biryar di têkoşîna azadiya jin û Tevgera Azadiya Kurd de têkoşiyaye.