Li Hannoverê şehîd Kasim Engîn hate bibîranîn

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engînê ku di 27’ê Gulanê de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê hate bibîranîn.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engînê ku di 27’ê Gulanê de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê hate bibîranîn.

Bibîranîn ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk a Hannoverê, PYD, Meclîsa Jinan a Ronahî û Tevgera Ciwanên Şoreşger hate lidarxistin.

Di bibîranînê de Bawê Hisên qala bîranînên xwe yên bi şehîd Kasim Engîn re kir. Di bibîranînê de sînevîzyona li ser têkoşîna Engîn jî hate nîşandan.