Li Hannover û Vîllîer le Belê çalakiyên ciwanan
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê û banliyoya Vîllîer le Bel a paytexta Fransa Parîsê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên nijadperestiyê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê û banliyoya Vîllîer le Bel a paytexta Fransa Parîsê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên nijadperestiyê hatin şermezarkirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Azad (JCA) li bajarê Hannover ê Elmanyayê li hev kom bûn û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên nijadperestiyê şermezar kirin.
Di çalakiyê de ku 150 kes beşdar bûn dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Azadî ji Ocalan re û "Şehîd namirin" hatin qîrîn.
Ciwanan her wiha wêneyên George Floyd û Bariş Çakan hildan ku ji ber êrişên nijadperestiyê jiyana xwe ji dest dan.
Piştî meşê çalakî bi mîtîngekê bi dawî bû.
VÎLLÎER LE BEL
Li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê jî bi pêşengiya TCŞ û JCA'yê çalakiyek hate lidarxistin, endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn hate bîranîn û êrişên nijadperestiyê hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Ji Ewropayê heta çiyê rêya te rêya me ye" û wêneyê Kasim Engîn hatin hildan.
Di çalakiyê de dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn û piştî saetekê bi axaftinan bi dawî bû.