Li Hambûrgê Encûmena Aso a Jinan piştgirî da Leyla Guven

Encûmena Aso a Jinan piştgirî da grevên birçîbûnê û diyar kir, Leyla Guven bi bûye dengê ew kesên ku ji aliyê dewleta faşîst ya Tirk ve hatine destgîrkirin.

Piştgiriya bi Leyla Guven û çalakvanên greva birçîbûnê li Kurdistan û derveyî welat didome. Encûmena Aso ya jinan li Hambûrgê piştevaniya xwe ji wan grevên birçîbûnê ragihand ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan hatine destpêkirin.

Peyama piştgiriya Encûmena Aso wiha ye:

"Bi navê Encûmena Aso ya Jinan li Hambûrgê em piştevaniya xwe li gel we û hemû girtiyên di grevê de radigihînin. Hûn bûne mînakek berçav ji mirovên ku ji bo azadiya xwe heta dawî li ber xwe didin. Serkutkirina gelê Kurd ji hêla dewleta Tirk dîrokek dirêj heye, tevî vê yekê jî Erdogan di bin navê rûberûbûna darbeya Tîrmeha 2016, darbeyek li dijî hêzên pêşverû, azadîxwaz û çep li Tirkiyê birêve bir. Di vê navberê de bi dijwarî êrîşî gel û şervanên Kurd hate kirin.

Di mejiyê paşverû yê Erdogan de cihek ji bo azadiya gelê Kurd tune. Dîsa jî ev ne tenê gelê Kurd in ku bûne qurbaniyê siyasetên şovenîstî yê Erdogan. Êrîş tenê li ser birêz Ocalan nebû ku bi salane di tecrîdê de ye, belku di Çileya 2018’an de bi destpêkirina dagirkeriya Efrînê, Erdogan çû şerê ew gelê ku asoyekî ronî ji bo gelên Rojhialta Navîn pêşkeş kirine.

Leylaya hêja;

Hûn ji ber parastina gelê Rojava û protestokirina şerê ku Erdogan destpê kir, ketine zindanê. Bi greva xwe ya birçîbûnê li zindanê, hûn bûne dengê hemû ew kesên ku dewleta faşîst a Tirk destgîr kiriye. Di heman demê de we nîşan da ku jin di çeperên herî pêş li dijî dewletên paşverû şer dikin.

Em bi rewşa we ya tendirustiyê dilgiran in, lê rêzê ji biryara we re digirin ku hûn dixwazin greva birçîbûnê bidomînin. Em hêvî dikin rojekê li we silav bikin û bi germahî destê we bigirin."