Li Hambûrgê di meşa Paskalyayê de pankartên grevên birçîbûnê hate hildan
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê bi hezaran kes di meşa Paskalyayê de li hev civiyan û li dijî şer peyamên aştiyê dan.
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê bi hezaran kes di meşa Paskalyayê de li hev civiyan û li dijî şer peyamên aştiyê dan.
Meşa Paskalyayê ku weke kevneşopiyekê lê hatiye, dijberên şer anî ba hev. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn û Kurd jî cihê xwe di meşê de girtin.
Meş li pêşiya dêra St. George dest pê kir, pankarta ku bal dikêşe li ser 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hate hildan.
Di meşê de nûnerê NAV-DEM’ê axivî û diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê di meha 5’an de ne û bêdengiya dewletên Ewropa û saziyên navneteweyî şermezar kir. Nûnerê NAV-DEM’ê bang li aştîxwazan kir ku li cem gelê Kurd bin.