Li Grîgnyê meşa 'Werin Cenga Azadiyê'

Li banliyoya Grîgny a paytexta Fransa Parîsê, di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de meşek hate lidarxistin.

Li banliyoya Grîgny a paytexta Fransa Parîsê, bi banga aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de meşek hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, meşê dest pê kir û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla" û "Libere Ocalan" hatin qîrîn.

Li dû meşê li ber stasyona navendî ya Grîgnyê mîtîngek hate lidarxistin.

Kesên ku li qada mîtîngê axivîn helwesta xiyanetê ya PDK'ê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst şermezar kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.