Li Gottîngenê Fermana Şengalê hate protestokirin

Li Gottîngena Elmanyayê bi meşekê qetlîam û êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê protesto kirin.

Çalakiya bi banga NCDK’ê li Kolana Angerê dest pê kir.

Kurdistanî, aktîvîstên enternasyonalîst û sazî tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftinên hatîn kirin de bal kişandin ku ji bo piştevaniya gelê Kurd ya li dijî faşîzmê têkoşîneke hevpar pêwîst e.

Piştî axaftinan gel bi alên YBŞ, YPG, YPJ, Antîfa û anarşîstan û bi pankankartên piştevaniyê gel dest bi meşê kir.

Li rêya wesayîtan a derketina Gottîngenê jî bi demek kurt gel çalakiya bêîtaatî ya sivîl lidarxistin.

Piştî daxuyaniyên li ber HBF Gottîngenê hatîn dayîn, çalakî bi xwendina belavokan bi dawî bû.