Li gorî Berlînê alîkariya ji Ûkraynayê re ji bo Ewropayê 'jiyanî' ye

Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz diyar kir ku dewamkirina alîkariya ji bo Ûkraynayê ji Ewropayê re di asta 'jiyanî' de girîng e.

Scholz li Berlînê ji parlamenterên Elman re axivî û anî ziman ku ev piştgirî 'Ji bo Ûkraynayê di asta jiyanî de girîng e' û destnîşan kir ku dawiya dawî 'Ji bo Ewropayê jî di heman astê de girîng e'.

Serokwezîrê Elman bi taybetî ji bo sala bê banga çavkaniyên budçeyê yê guncav kir.

Elmanya piştî DYE'yê welatê duyemîn e ku çek jî di nav de alîkariya herî zêde bi Ûkraynayê re dike.

Di demekê de ku her ku şer dewam dike raya giştî hîn bêhtir li rewşê dipirse, Scholz îdîa kir ku divê piştgiriya ji bo Ûkraynayê 'neyê sistkirin'.