Li Glasgow, Helsînkî û Grazê ji bo Rojava çalakî hate kirin
Li Glasgow a Skoçya, paytexta Fînlandiya Helsînkî û Graz a Ewrûtûryayê Kurdistanî û dostên wan ji bo Roja Rojava ya Cîhanê daketin qadan.
Li Glasgow a Skoçya, paytexta Fînlandiya Helsînkî û Graz a Ewrûtûryayê Kurdistanî û dostên wan ji bo Roja Rojava ya Cîhanê daketin qadan.
GLASGOW
Kurdistanî û dostên wan ê li bajarê Glosgow a Skoçyayê ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê daketin qadan. Di çalakiyê de dagirkeriya Tirk a li ser Rojava hate şermezarkirin.
HELSÎNKÎ
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî bi sedan kes ji bo Roja Rojava ya Cîhanê hatin ba hev. Girseya gel li Hakanîemen Torê dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên dagirkeriya Tirk şermezar dikin hatin qîrkirin.
GRAZ
Li bajarê Graz ê Awûtûryayê xwepêşandaneke girseyî hate kirin. Di mîtînga hate kirin de Hevserokê Civaka Azad a Awûstûryayê Halîs Seven axivî. Her wiha bi sedan belavok hatin belavkirin.