Li gelek welatên Ewropa tecrîd hate protestokirin

Bi armanca protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna çalakiyên li Ewropayê dewam dikin.

Li gelek çalakiyên li bajarên Ewropayê hatin kirin, bêdengiya li hemberî berxwedana çalakiyên grevên birçîbûnê hatin protestokirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê re girseya li Lautenschlagestraße hatin ba hev mîtîngek lidar xistin. Mîtînga ku ji aliyê Platforma li Dijî Tecrîdê û hevparên çep ên Elmanyayê ve hate kirin Dîe Lînke, MLKP, DK, DFG-VK, ÎCDR, DÎDF, PACE, LGBTÎ û ATTAC jî destek kirin. Saziyên tevlî çalakiyê bûn bêdengiya li dijî grevan protestokirin. Piştre jî ber bi Staufenbergplatz ve ketin meşê.

DUSSELDORF

Li bajarê Dûsseldorf ê Elmanyayê ciwanan bi ferîbotekê bal kişand ser berxwedêrên di grevên birçîbûnê de.

MARSÎLYA

Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Ocalan û piştevanîkirina bi berxwedêrên grevan re li bajrê Marsîlya yê Fransayê çalakiyek saet 16:00 li Qada Canbîere hate kirin. Çalakiya Kurdistaniyan bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan ve destpê kir û piştre mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de bi Fransî axaftin hatin kirin û gelek belavok hatin belavkirin. Li ser navê Navenda Civaka Kurd Mamoste Mûtahîr axivî. Mûtahîr anî ziman ku divê destekê bidin berxwedêrên di grevê de ne.

METZ

Bi armanca protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Metz ê Fransayê û piştevaniya b i berxwedêrên di grevê de ne çalakiyek hate kirin. Di çalakiya bêdeng hate kirin de bi dowîzên hildayîn bal kişand ser grevên birçîbûnê.

VIYANA

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî berxwedêrên di grevê de Sûltan Yîgît û Şiyar Agaoglû serdana Dêra Bûda ya li ber peravên çemê Tûnayê ye kirin, find pêkirin û dûa kirin.

Her du berxwedêr ên gul li ber çemê Tûna berdan,silav ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û balkişandina ser çalakiyên grevên birçîbûnê çalakiyek hate kirin.

Kurmeke Kurdistaniyên li Qada Synagoge ya Freîbûrg hatin ba hev bi cilên spî li xwe kirîn, çalakiyeke bêdeng lidar xistin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku tecrîda didome dij hiqûqî û dij mirovî ye. Ev hate gotin: “Bi awayekî bi rêkûpêk li gel Birê Ocalan ê bi milyonan kes weke vîna xwe dibîne peywendî pêk nehatiye. Rewşa gelek kesên ketine greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven destpêkiriye krîtîk dibe. Ji bo protestokirina bêhestyarbûna bi taybet derdorên navneteweyî çalakiyeke bêdeng hate kirin.”