BI DÎMEN

Li gelek welatan çalakiyên ‘diyaloga bi Ocalan re’ hatin lidarxistin

Li gelek welatên Ewropayê çalakiyên 'diyaloga bi Abdullah Ocalan re' hatin lidarxistin û di çalakiyan de mijarên weke şert û mercên tecrîdê, jiyan û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin.

Di 15’ê Xizîranê de li bajarê Marsîlya yê Fransayê Kollektîfa Enternasyonalîstên Kurdistanê ya Mersîlyayê bersiv da banga diyaloga bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û Akademiya Modernîteya Demokratîk û Tsedek vexwend nîqaşa; ‘Li hemberî netewedewletan stratejiyên gelên Rojhilata Navîn yên têkildarî diyarkirina çarenûsê çi ne?’ Mijarên weke; Pratîkên şoreşgerî yên têkildarî azadiya jinan, Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk hatin gotûbêjkirin. Çalakî bi konsera ku ji aliyê Komîteya TEV–ÇAND’ê ya Marsîlyayê ve hate organîzekirin, bi dawî bû.

LI GUNDEKÎ ÎTALYAYÊ FIKRÊN ABDULLAH OCALAN HATIN NÎQAŞKIRIN

Li hewşa mala qeşeyekî berê ya li gundekî Varaîta yê Îtalyayê têkildarî sepandina konfederalîzma demokratîk civînek hate lidarxistin. Gundî, cotkar, malbat, karkerên demsalê û xwendekar beşdarî civînê bûn.  Piştî civînê ji bo ku beşdarvan fikrên xwe yên têkildarî civînê bi hev re parve bikin, şîvek organîze kirin.

KATALONYA: FIKRÊN ABDULLAH OCALAN NAYÊN HEPSKIRIN

Bi boneya 25’emîn salvegera rehîngirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê 17’ê Xizîranê di saet 18.30’an de li bajarê Lîeîda yê Katalonyayê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de berhema şanoyê ya şanonegerê Baskî ya bi navê ‘ Hucreya Bêşev’ hate lîstin ku lîstik ji aliyê koma Ponent amb Kurdistanê ya ji sala 2018’an ve ye piştevaniya Kurdistanê dike, hate organîzekirin. Ev çalakî temsîliyeta rastiya fikra Abdullah Ocalan ya ‘Fikir nayên hespkirin’ dike. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û piştî lîstikê di navbera temaşevan de hin diyalog pêk hatin.

PANELA DIYALOGÊ YA LI GIRONAYÊ

Di 15’ê Xiziranê de di mazûvaniya 'Grûp de sûport a la lûcha del Kurdistan' û  'Ateneû Salvadora Catayê' de endamên cuda yên ‘CUP Farners’, ‘CUP Palamos’ û CGT’yê ji bo panela ‘diyaloga bi Abdullah Ocalan re’ ya li bajarê Girona yê Katalonyayê hatin vexwendin. Di panelê de mijarên weke; fikr û felsefeya Abdullah Ocalan, şaristaniya dewletparêz, şaristaniya demokratîk û neteweya demokratîk û konfederalîzm hatin nîqaşkirin.