Li gelek bajarê Ewropayê dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên ji bo piştevaniya bi Rojava û protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li Rojava li qadanin.

Li bajarê Înnsbrûck ê Ewûstûryayê saziya Fraûenbundiss Înssbrûck têkildarî qetlîama sivîl û êrîşên li Rojava 4 roj bûn bi navê ‘Demfend Rojava Stand Up’ çalakî kirin. Çalakî her roja saet 12:00 heta 21:00’ê dom dikin.

LAHEY

Meclîsa Ciwanan a Partiya Karker a Holanda û endamên Meclîsa Partiya Mafê Lawiran ên Hollandayê li pêşiya sefaretxaneya Tirk qetlîamên li Rojava protesto kirin.

MARSÎLYA

Kurdistaniyên li Marsîlyayê dijîn li pêşiya nûnertiya Ewropa ya Marsîlyayê hatin ba hevû dagirkeriya li Rojava protestokirin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.

ELMANYA

Li bajarê Dortmûnd, Gîessen û Stûttgart ên Elmanyayê dagirkeriya Tirk û qetilkirina sivîlan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda cuda hate protestokirin.Her wiha di çalakiyan de têkildarî êrîş û qetlîaman belavok hatin belavkirin.

GIESSEN

STÛTTGART

DORTMÛND