Li Gavleyê şeva piştgiriya bi Rojava re hate lidarxistin
Li bajarê Swêd Gavleyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava bi armanca piştgirîdayînê şeveke ya şahiyê hate lidarxistin.
Li bajarê Swêd Gavleyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava bi armanca piştgirîdayînê şeveke ya şahiyê hate lidarxistin.
Piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Gavle axaftin hate kirin. Di axaftinê de gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezar kirin.
Bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku piştgiriya bi Rojava û grevên birçîbûnê yên ji bo şikandia tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xurtir bikin.
Piştre hunermend Seyda Perînçek, Mem û Zîn Botanî, Ako Kemal, Hûsên Îbrahîm û Hamza Koma Hezex derketin ser dikê û bi stranên xwe piştgirî dan şevê. Kurdistaniyan govend gerand û şeva piştgiriyê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.