Li Gavleyê çalakiya xwedîderketina li Rojava
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gavleyê li Meydana Storatogartê bi armanca xwedîderketina li Rojava çalakiyan li dar xist.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gavleyê li Meydana Storatogartê bi armanca xwedîderketina li Rojava çalakiyan li dar xist.
Kurdistaniyan li meydanê bi mûman ''Save Rojava'' nivisîn û stêrikek çêkirin. Bi dirûşmeyên ''Piştevaniya ji bo Rojava'', ''Bijî berxwedana Rojava'', ''Tirkiyê boykot bike'' dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Rojava hate şermezarkirin.
Çalakgeran du saetan kesên derdorê têkilî dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Rojava, li ser sûcên mirovahiyê û şer ên ku dewleta Tirk kirî agahdar kirin.
Bang li gelê Swêdê hate kirin ku turîzma Tirk û malên Tirk boykot bike.