Li fûara tûrîzmê ya li Hambûrgê banga boykotê hate kirin

Kurdistanî û dostên wan li fûara tûrîzmê ya li Hambûrgê dagirkirina Rojava protesto kirin û wiha gotin; “Her pereyê geştê vediguhere fîşekekê.”

Pêkhateyên Defend Rojava Hambûrg li pêşiya Fûara Tûrîzma Navnetewî ya Hambûrgê ku wê sê rojan bidome, stand vekirin û li dijî tûrîzma Tirkiyeyê bi sedan belavok belavkirin. Aktivîstan pankarta “Ji bo geştê neçin Tirkiyeyê, nebin hevkarê sûc” vekirin û projeyên tinekirina Heskîf û êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava yên dewleta Tirk a dagirker protestokirin.

‘HER PEREYÊ GEŞTÊ DIBE FÎŞEKEK!’

Ji aktivîstan Anha Flach wiha got; “Her pereyê ku li Tirkiyeyê ji bo geştê were xerçkirin di laşê gelê Kurd de dibe fîşek, êş û girî. Ji bo geşta wê hûn dixwazin hinek kesên din bimirin”.

Ji rêveberên çalakiyê Jûlîûs Lûxemboûrg jî bal kişand li ser rewşa Heskîfê û wiha got; “Heskîf mîrasa çanda hevpar a cîhanê ye; divê her kes bixe rojeva xwe.”

Lûxemboûrg got ku li fûara tûrîzmê saet 10:00 heta 18:00 yê şev ew ê nobedê de bin û wê îro jî performansa kolanê were nîşandan.