BI DÎMEN

Li Freiburgê Newroz bi coş hate pîrozkirin

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Nûda û Meclîsa Gelê Kurd a Mannheimê Newroz bi coşekî mezin hat pîrozkirin.

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Nûda û Meclîsa Gelê Kurd a Mannheimê li Alte Synagoge Platz Newroz bi coşekî mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahî di şexsê şehîdên Newrozê Mazlûm Dogan, Ronahî û Bêrîvan de ji bo tevahî şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê hevserokên Meclîsa Gel û Komîteya Piştevaniya Kurdistan axaftin hatin kirin.

Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve bi dirûşmeya "Newroz Pîroz Be!" hate pêxistin. Pîrozbahî bi stranên hunermend Rêber Serhad û Bîrhat Kurdî dewam kir. Beşdaran govendê gerandin û gelek caran dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Newroz Pîroz Be" berzkirin.

Pîrozbahiya ku heta saetên dereng destpê kir, bi tevlîbûneke zêde û coş bi dawî bû.