Li Freîbûrgê êrîşa li dijî KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê hat protestokirin

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê êrîşa li dijî Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê ku di encamê de Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bûlbûl hat qetilkirin, hate protestokirin.

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê komek Kurdistanî êrîşa çekdarî ya bi ser Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê protesto kirin.

Kurdistaniyên ku li Freîbûrg Haûptbahnhofê li hev civiyan, bi pankartên li dijî hevkariya malbata Barzanî ya bi Serokkomarê Tirk ê faşîst re û bi pankarta “Siyasetmedarê Kurd Denîz Cevdet Bûlbûl îro bi destê dewleta Tirk û PDK’ê hat qetilkirin” êrîşê protesto kirin.

Çalakgeran dirûşmeyên “Bimre xiyanet” û “Şehîd namirin” berz kirin.