Li Fransayê serhildana cotkaran mezin dibe
Li Fransayê serhildana cotkar û gundiyan deh roj in dewam dike. Cotkarên ku zextê li hikumetê dikin, tenê li başûrê welêt rêya ji 400 kîlometreyî girtin.
Li Fransayê serhildana cotkar û gundiyan deh roj in dewam dike. Cotkarên ku zextê li hikumetê dikin, tenê li başûrê welêt rêya ji 400 kîlometreyî girtin.
Cotkar li benda daxuyaniya Serokwezîr Gabrîel Attal in ku wê di dema serdana Haûte-Garonne de piştî nîvro bike.
Serê sibehê cotkaran zexta xwe dewam kirin. Rêya bejahî ya ji 400 kîlometreyî ya li başûrê welêt (A9 û A7), her wiha gelek rêyên din ên li Fransayê girtin.
EGER DAXWAZ NEYÊN QEBÛLKIRIN WÊ PARÎS BÊ DORPÊÇKIRIN
Sendîkayên cotkariyê diyar kirin ku eger hikumet bersivê nede bendewariyên wan, wê blokajan ranekin.
Yek ji gefên ku cotkar dixwin ew e ku hemû rêyên ber bi paytext ve dagir bikin, dibêjin ku wê Parîsê dorpêç bikin.
Federasyona sendîkayî FDSEA ya ku karê çandiniyê yê herêma Parîsê temsîl dike, ragihand ku ji saet 14:00 heta nîvê şevê wê beş ji gîşeyên ber bi Parîsê ve asê bikin. Planeke xwepêşandêran vê gavê nîne ku bikevin nava Parîsê.
Li gel gelek daxwazan cotkar bi giranî dixwazin ku mûçeyekî baş ji bo karê wan bê dayin.
SERHILDAN LI BELÇÎKAYÊ JÎ BELAV BÛ
Serhildana cotkaran ku piştî Elmanyayê li Fransayê mezin bû, li Belçîkayê jî belav bû.
Cotkar dixwazin şert û mercên kar bêne hêsanîkirin û başkirin, ji bo vê jî tedbîrên siyasî bêne wergirtin.