Li Fransayê Kurd li qadan bûn: Rêberê me xeta me ya sor e
Li Fransayê bi pêşnegtiya Navendên Civaka Demokratîk a Kurd têkildarê tecrîda giran û tendirûstiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên hemwext hatin lidarxistin.
Li Fransayê bi pêşnegtiya Navendên Civaka Demokratîk a Kurd têkildarê tecrîda giran û tendirûstiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên hemwext hatin lidarxistin.
Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî li ber Şaredariya Grîgnu ya banliyoya Evry kom bûn. Li wê derê daxuyaniyek dan û diyarkirin ku ji bo wergirtina agahî di derbarê rewşa tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêwîste bi şeklekî lezgîn hevdîtin pêk bê.
Li ber Şaredariya Grîgny Kurdistaniya pankartên li ser hatibûn nivîsandin “Bê Serok jiyan nabe”, “Stop fascism Turkey” hilgirtin û berdewam dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Liberez Ocalan” û “Bijî Serok Apo” qêriyan.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk ya Evry Adil Erkek axivî û got: “Demek dirêje ku ji Rêber Apo agahî nayên girtin. Em ji ber nûçeyên ku di demên dawî de li ser medyayên dîjîtal têkildarê tendirustiya Rêber Apo tên parvekirin li vê derê ne. Rêber Apo xeta me ya sor e. Tendirustiya wî, tendirustiya me ye.”
Erkek her wiha bang kir ku divê bi pêşengtiya CPT û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikeve nava hewldanan û derbarê tendirustiya wî de agahî werbigire.
VÎLLÎERS LE BEL
Li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê têkildarê tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî çêbû.
Kurdistanî li ber gara Vîllîers le Bel hatin gel hev û li wê derê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û al rakirin, her wiha pankara “Liberte pour Abdullah Ocalan” vekirin.
Welat Demîr di çalakiyê daxuyaniyek da. Demîr diyar kir: “Azadî û tendirustiya Rêber Apo azadî û tendirustiya me ye. Heya em agahî ji Rêber Apo negirin emê li qadan bin.”
Demîr bang li CPT’yê kir ku divê demildest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêkbîne.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bidawî bû.
MANTES LA JOLÎE
Adresekî din ê çalakiyan bajarê Mantes la Jolîe bû.
Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Mantes la Jolîe Yalçin Peker axaftinek kir. Peker bal kişande ser nûçeyên têkildarê tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên dema dawî yên li ser medyayên dîjîtal hatinî parvekirin û got: “Em bi rengekî cidî li nûçeyên ku dema dawî têkildarî Rêber Apo hatinî parvekirin temaşe dikin û ji bo wê li qadanîn. Me ti carî jiyanek bê Rêbertî qebûl nekiriye û piştî vê saetê jî em qebûl nekin. Welatên Ewropa ku ji pêvajoya komployê ku bi xwe jî cihê xwe tê de girtinî heya niha her tim bêdeng mane. Em ji vê saetê û şûnde azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dixwazîn.”
Çalakî bi qêrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
RENNES
Bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Rennesê Kurdistanî saet 17:00 li Meydana Republique kom bûn û bi armanca azadî û tendirûstiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidarxist. Li wir pankarta “Liberte Pour Ocalan” hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Kujer Erdogan” û “Ji Ocalan re azadî” hatin qêrîn.
Li ser navê Navenda Civaka demokratîk a Kurd Sedat Sevîndîr axivî û anî ziman: “Rêber Apo her tiştê me ye. Berdêlê wê çi dibe bila bibe emê wê nîşanê hemû cîhanê bidin.”
Sevîndîr di mijara hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li CPT û welatên Ewropayê kir. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
TOULOUSE
Li bajarê Toulouse ya Fransayê jî Kurdistanî li qadan bûn.
Kurdistaniyan li wir peyama “Rêberê me bîrdozî û xeta me ya sor e” dan. Her wiha diyarkirin ku heya agahiyek derbarê tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wernegirin çalakiyên wan wê bidome.