Li Marsîlyayê gelek Kurd hatin destgîrkirin –HATE NÛKIRIN
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê polîsan girtin ser mal û komeleyên Kurdan, nêzî 10 Kurd hatin destgîrkirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê polîsan girtin ser mal û komeleyên Kurdan, nêzî 10 Kurd hatin destgîrkirin.
Li Marsîlyayê polîsan sibehê girtin ser 6 mal, komele û marketekê.
Li nava komele û marketa bi wê re lêgerîn hate kirin, li van bajaran bi qasî 10 Kurd jî hatin destgîrkirin. Sedema destgîrkirinê nehate hînbûn. Kurdên li Marsîlyayê li pêşiya komeleyê kom bûn û serdegirtinê protesto dikin.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Maceron di serê meha Adarê de li hev rûniştibûn. Balkêş e ku piştî hevdîtina wan ev serdegirtin pêk hat.