Li Fransayê banga ‘em Rojbînê şênber bikin’: Ji bo bîranîna wê freskek tê çêkirin

Kurdên li Rennes’ê dijîn û komeleya Amitiés kurdes de Bretagne (AKB) ji bo Rojbîn (Fîdan Dogan) a ku 2013’an li Parîsê hate qetilkirin, banga grafîtê li hunermendan kir û her wiha plan dike ku freskekê çêbikin.

Komeleya Dostatiya Kurdan a Bretonya ev bang kir: “Em Rojbînê şênber bikin: kolanek, qadek, freskek, ji bo nivîsandina li ser dîwarên xwe…”

Rojbîn bi yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) re di 9’ê Çileya 2013’an de li navenda Parîsê ji aliyê servîsên veşartî yên Tirk ve hatibûn qetilkirin.

Rojbîn a Nûnera KNK’ê ya Parîsê û rêvebera Navenda Enformasyon a Kurdistanê ye, ji bo bi civak û dostên gelên Kurd ên li Rennes’ê re were ba hev, gelek caran serdan dikirin.

QADA ROJBÎN

Meclîsa Şaredariyê ya Rennes’ê di civîna 13’ê Adara 2023’yan de biryar da ku li bajarê Rennes’ê navê “femînîsta Kurd û aktîvîst Fîdan ‘Rojbîn’ Dogan” bide qadekê.

Ev qad wê li qada Bois Perrin cih bigire. AKB’ê her wiha daxuyand ku ew plan dikin ji bo bîranîna wê freskekê çêbikin.

AKB’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em bang li hemû hunermendên grafîta hunera kolan dikin ku li ser dîwarên me ‘bi murekebên demarên me’ binivîsin û ‘Rojbînê şênber bikin’. Armanca me bi bîr xistina Rojbînê ye.

AKB’ê diyar kir ku ji bo vê freskê cihê guncaw qada Bois Perrin a li navnîşana 8 bd de Vitre ya li Rennes’ê ye û armanc dike ku freskekê deyne cihê ketina qadê.