Li Fransa û Elmanyayê li dijî tecrîdê civînên gel hatin lidarxistin

Li Fransa û Elmanyayê li dijî tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînên gel hatin lidarxistin.

PARÎS

Li banliyoya Vîlneuve Saînt Georges a paytexta Fransa Parîsê û bajarên Creteîl û Rennesê civînên gel hatin lidarxistin.

Mijara sereke ya civînan tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd û rol û mîsyona gel a di vê mijarê de bû.

Di civînên gel de hat ragihandin ku di hefteya destpêkirina komploya navneteweyî de wê li gelek navendan meş bên lidarxistin û 07.10.2023’an saet 14:00’an li Gare du Nord a Parîsê meşek bê lidarxistin.

Her wiha hat ragihandin ku wê 10’ê Cotmeha 2023’an saet di 10:00’an de li ber Parlementoya Ewropayê ya li Strasboûrgê çalakiya rûniştinê ya mezin tê plankirin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê jî bi beşdariya Parlementerê HDP’ê yê Amedê yê berê Mûsa Farisoglû civîna gel hat kirin. Di civînê de komploya 9’ê Cotmehê hate nirxandin. Mûsa Farisoglu di civînê de axivî û got ku bi saya têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 50 sal berê li dijî hêzên serwer daye destpêkirin, Kurd gihiştine rewşa xwe ya îro.

Farisoglû da zanîn ku di şexsê Abdullah Ocalan de gelê Kurd tê tecrîd kirin û bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiya 9’ê Cotmehê ya li Strasboûrgê bibin.