Li Frankfurtê ZMRK hat avakirin
Li Frankfurtê Konseya Mafên Miroovan a Navendî ya Kurdên Elmanyayê (ZMRK) bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanî bi çalakiyekî damezrandina xwe ragihand.
Li Frankfurtê Konseya Mafên Miroovan a Navendî ya Kurdên Elmanyayê (ZMRK) bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanî bi çalakiyekî damezrandina xwe ragihand.
Konseya Mafên Mirovan a Navendî ya Kurdên Elmanyayê (Zentralen Menschenrechtsrats der Kurd/innen in Deutschland- ZMRK) bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanî damezrandina xwe li avahiya Medico International a li Frankfurtê bi çalakiyekî ragihand.
Di çalakiyê de proje û armancên konseyê hatin nasandin. Bi gelek pêşkêşî û axaftinên silavkirinê re der barê pêwîstiya platformeke wiha de agahiyên cuda hatin dayîn. Moderatoriya çalakiyê ji Koma Koordînasyona ZMRK’ê Alexander-Glasner Hummels kir.
‘DEM HATIYE KU BI KURDAN RE BIAXIVIN’
Ji Koma Koordînasyonê Gulîstan Ateş axaftina vekirinê kir û armancên ZMRK’ê wiha vegot: “Kurd yek ji mezintirîn civakên koçber ên li Elmanyayê ne; lê ne bi awayekî fermî tên nasîn ne jî wekî civakî têne dîtin. Ev yek di heman demê de ji ber saziyên pergalî diqewime ku cihêkarî û gotinên dijberî Kurd ji nû ve diafirînin. Di salên dawî de bandorên civakî û çandî yên cidî yên krîmînalîzekirina civaka Kurd ji aliyên saziyên dewletê ve çêbûne. Platforma me armanc dike ku deng bide kesên ji vê rewşê bandor dibin, piştevaniyê mezin bike û li dijî vê bêedaletiyê bi awayekî çalak têbikoşe. Di der barê Kurdan de demeke dirêj e tê axaftin, niha dem hatiye bi me re biaxivin.”
Ji Medico Internationalê Anita Starosta jî damezrandinê bi keyfxweşî pêşwazî kir û di çarçoveya geşedanên heyî de girîngiya damezrandinê wiha vegot: “Êrîşên li ser Kurdan ên li Rojava û cihêkariya ku li Elmanyayê dewam dike, damezrandina ZMRK’ê gavek girîng e.”
Fîlozof Daniel Loick jî destnîşan kir ku mafên mirovan ne tenê ji mafên dewletê yên bingehîn pêk tên û got: “Gelek caran dewlet dibin sedema binpêkirinên mafên mirovan. Ji ber vê yekê divê têkoşîna mafên mirovan ji saziyên dewletê serbixwetir were meşandin.”
‘KRÎMÎNALÎZEKIRINA KURDAN NIJADPERESTIYA LI DIJÎ KURD ZÊDETIR KIR’
Ji Koma Koordînasyona ZMRK’ê Liza Koç jî bal kişand ser mijarê nijadperstiya li dijî Kurd û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Li Elmanyayê krîmînalîzekirina tevgera Kurd ji bo nîjadperstiya kûr a li dijî Kurdan zemîneke çêkir.”
Parêzera OHD’î Rengîn Ergul bal kişand ser demboriya têkoşîna mafên mirovan a li Tirkiyeyê û wiha got: “Marjînalkirin, krîmînalîzekirin û tecrîdkirina sîstematîk a Kurdan bêyî navber dewam dike. Lê di heman demê de berxwedana mafên mirovan jî pêş dikeve û xurt dibe.”
Parêzer Antonia von der Behrens, agahiyên serlêdana ji bo rakirina qedexeya li ser çalakiyên PKK’ê ragihand û wiha got: “Ev qedexe ji bo çalakiyên çandî, civakî yan jî siyasî yên Kurdan bixe di bin gumanan de weke palpişteke tê bikaranîn.”
Ji Koma Koordînasyona ZMRK’ê Dîlan Akdogan jî lênîrîna mexdûran û tecrubeyên xwe yên li Elmanyayê wiha vegot: “Mexdûran ne tenê hestên marjînalbûn û îzolasyonê, di heman demê eşên fizîkî û psîkolijîk jî dijîn. Li gel vê yekê gelek kes ji kevneşopiya berxwedanê ya tevgera Kurd hêzê digre.”
Firat Erinc jî bi muzîkên xwe beşdarî çalakiyê bû.
Parêzera mafê mirovan Eren Keskîn jî bi peyama bi dîmen damezrandina ZMRK’ê pîroz kir û destnîşan kir ku ZMRK’ê wê ji bo mafên mirovan a Kurdên li Elmanyayê bibe dengekî girîng.