Li Frankfûrtê şehîdên meha Gulanê bibîranîn

Li bajarê Frankfûrtê ya Elmanyayê şehîdên meha Gulanê hatin bi bîr anîn.

Çalakiya bîranînê nîvro dest pê kir. Piştî axaftina destpêkê endamê Komîsyona Malbatên Şehîdan Dayîka Azîze mafê axaftinê girt.

Dayîka Azîze diyar ku piştî şehîdan axaftin ne hêsan e û got, “Xwedîderketina li şehîdan ev e ku mirov xwedî li têkoşîna wan derkeve. Di heman demê de meha Gulanê, meha şehîdên pêşeng e jî.”

Piştre jî ji kesên tevlîbûyî mafê axaftinê girtîn, bal kişandin ser rola şehîdan a di têkoşîna azadiya Kurdistanê de û rojev nirxandin.

Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.