BI DÎMEN

Li Frankfurtê li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê dagirkerî hate protestokirin

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê li hemberî dagirkeriyê mîtîngek hate lidarxistin.

Komeke ku bi banga FCDK KAWA’yê li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê kom bûn, pankartên ku dagirkeriya dewleta Tirk û hemtawaniya Iraq, Tirkiye û PDK’ê protesto dikin, vekirin.

Şandeyeke ku ji çalakvanan pêk dihat dosyayeke ku li dijî dagirkerî û xiyanetê hatî amadekirin, teslîmî rayedarên Sefaretxaneyê kirin.

Di mîtîngê de ji aliyê hevserokên FCDK KAWA’yê ve daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de ‘’li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Iraq û Kurdistanê ya weke dagirkeriya Rojava’’ bertek hatin nîşandan.

Di mîtîngê de gelek caran dirûşmeyên weke; ‘’Bijî berxwedana gerîla’’, ‘’Bimre îxanet’’ û ‘’NATO organîze dike, Iraq xwe bêdeng dike’’ hatin berzkirin.

Hin çalakvanan xwestin dosyayeke têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk bidin Sefaretxaneya DYE’yê jî lê belê ji çalakvanan hate xwestin ku dosyaya navborî bi rêya e-postayê bişînin.