Li Frankfurtê darvekirinên li Îranê hatin şermezarkirin

Li Frankfurtê darvekirinên aktivîstên Kurd yên li Îranê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Li bajarê Frankfurt yê Elmanya bi pêşengtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) darvekirinên aktivîstên Kurd ên li Îranê bi çalakiyekê şermezar kir. Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê û meclîsa jinan piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên aktivîstên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin û pankartên “Darvekirinan rawestinin‘ hatin hildan.

Di axaftinên li ser navê PJAK’ê de hatin kirin, bal kişandin li ser zext û pêkûtiyên dewleta Îranê yên li ser Kurdan û bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku bila darvekirinê rawestînin.

Her wiha bang li Kurdên çar parçeyên Kurdistanê kirin ku li dijî polîtîkaya darvekirinê bertekên xwe bînin ziman.

Çalakî bi dirûşmeyan dawî bû.