Li Frankfurtê 50’emîn Newroza Rêbertî destpê kir

Newroza fînalê ya li Elmanyayê bi pêşengiya KON-MED'ê li Frankfurtê destpê kir.

Newroza fînalê ya 2023'an a Elmanyayê ku ji aliyê KON-MED'ê ve bi dirûşma 'Bi ruhê berxwedanê 50’emîn Newroz wê bibe Newroza Rêbertiyê' û diyarî kesên di erdhejên navenda Mereşê de jiyana xwe ji dest dane hate kirin li bajarê Frankfurt Rebstockpartê dest pê kir. Kurdistanî û dostên wan ên ji eyalet û bajarên cuda yên Elmanyayê hatin, bi dirûşmeyan herikîn qada Newrozê.

Kurdistaniyên ku bi cil û bergên xwe yên netewî qada Newrozê dagirtî, posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG, KCK û PKK’ê vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Qada Newrozê, bi rengên kesk-sor û zer û pankertên li ser “Newroza rengê pîroz be”, “Die Zeit der Freiheit beginnt Jin Jiyan Azadî”, “Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilat; Kurdistan yek welat”, “Bi ruhê destana Garê, Newroz pîroz”, “Ne erdhej dewlet komkujî kir” nivîsî hatin xemilandin.

Girseya ku her diçe zêde dibe, çalakiya Newrozê bi dîlanên bi coş didomîne.

BERNAMEYÊ NEWROZÊ WIHA YE

Bernameya çalakiyê, ku wê peyamên ji aliyê KCK û KJK'ê ve hatine şandin bên xwendin, wê bi vî rengî dewam bike:

“*Hevserokên KON-MED’ê Zûbeyde Zumrût û Engîn Sever

* Xalit Rojava

* Hevserokê Feda Demîr Çelîk,

* Mike Josef SPD Vorsitzender OB Canditat

* Serhat Med MARDEF

*Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad

*Deborah Düring (Die Grünen Bundestagsabgeord)

* Kevana Zerin

*Peyam

*Govend

*Kaweh Masoori (SPD Bundestagsabgeordnete)

*Peyam

*Diyar Mavrovî

*Hevkarî

*Koma Soran

*Philipp Jacks DGB Frankfurt Vorsitzender

* Lale Koçgun

* Axaftin - Beluchen und Tamilen

*Janine Wissler Parteivorsitzende Die Linke

*Hoosein Safamanesh

*Hesen Şerîf.”