Li Frankfûrt, Munster û Kîelê dewleta Tirk hate protestokirin

Li bajarên Frankfûrt, Munster û Kîelê yên Elmanyayê dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin û Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn jî hate bibîranîn.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê bi sedan kes ji bajarên Darmstadt, Gîessen, Mannheîm, Maînz û Saarbruckenê hatin û meşek hate lidarxistin.

Di çalakiyan de dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin û Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn jî hate bibîranîn. Meş li Rommerparkê bi mîtîngê domiya. Di mîtîngê de Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û êrîşên dewleta Tirk şermezar kir.

MUNSTER

Li bajarê Munsterê yê Elmanyayê jî Kurdistanî û dostên wan faşîzma AKP û MHP’ê protesto kirin.

Kurdistaniyan şehîd Kasim Engîn bi bîr anîn, êrîşên li ser HDP û Başûrê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

KÎEL

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê jî Kurdistanî li Asmûs-Bremerplatzê hatin ba hev û çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de Kasim Engîn hate bibîranîn, êrîşên dewleta Tirk a li dijî jinên Efrînê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de , ji bo hemû girtiyên siyasî azadî hate xwestin.

Di çalakiyê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate şermezarkirin.