Li Floransayê piştgiriya Rojava hate kirin

Bi sedan kes li Floransayê hetin cem hev û êrîşên dewleta Tirk ya li ser Rojava protesto kirin.

Li bajarê Floransa ya Îtalyayê saziyên herêma Scandîccî yên wekî Ciwanên Demokratîk ên Scandîccî, PD Scandîccî, ANPÎ- Scandîccî, CGIL, ARCI, Komîteya Antî- Faşîst û Çep- Scandîccî erîşên dewleta Tirk ya li ser Rojava protesto kirin.

Serokê Şaredariya Scandîccî ku çalakiyê de cîh girtibû axivî û peyamek da: “Îro dema piştgirî dayîna gelê herî wêrek yê cîhanê ye. Li dijî hovîtî û faşîstan têkoşîn didin û parastina me û cîhanê kirin. Heta dawiyê em ê li gel Kurdan bin. Em berxwedana wan silav dikin.”