Li Fînlandiya, Swîsre û Elmanyayê darbeya AKP û MHP’ê hate protestokirin

Li Helsînkîya Fînlandiyayê, li bajarên Bern û Zurîhê yên Swîsreyê û li bajarê Stûttgartê yên Elmanyayê darbeya AKP û MHP’ê hate protestokirin.

Kurd û dostên wê ku betalkirina wekîltiya Leyla Guven û Mûsa Farîsogullari yên HDP’yî û wekîlê CHP’yî Enîs Berberoglu û dîlgirtina wan protesto dikin, peyama “Em ê stûyê xwe xwar nekin” didin.

HELSÎNKÎ

Li paytext Helsînkiyê darbeya meclîsê ya AKP/MHP hat protestokirin.

Li paytexta Fînlandya Helsînkiyê, di çalakiya ku ji aliyê Îsîyatîfa Jinan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan (NCDK) hatibû organîzekirin de pankarta li ser hatibû nivîsandin “Hûn nikarin destê xwe bidin vîna me” hate hilgirtin. Di çalakiyê de ji êrîşên dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê bigire heta desteserkirinên şaredariyan, êrîşên li ser jinan, sûcên AKP/MHP hatin protestokirin.

ZURÎH

Li Rathausbrûcke gel hate cem hev û meş û mîtîngek pêk anî. Di çalakiyê de ku bi deqeyekî rêzgirtina ji bo giyana şehîdan ve dest pê kir, gel bi dirûşmeyên “Tirkiyeyê Terorîst”, “Erdoganê Qatil”, “Bijî piştevaniya şoreşgerî” û “Dest nede vîna min” ve meşiya.

Gel piştî saetekî meşê, li Park a Landesmuseumê mîtîngek lidarxist.

BERN

Li bajarê Bern a Swîsreyê gel bi çalakiyekê ku li pêşiya stasyona navendî ya trenê pêk anî êrîşên nijadperest ên dewleta Tirk ya li hember vîna gelê Kurd û êrîşên nijadperest ên DYE jî hatin protestokirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stuttgart a Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a li hemberî vîna gelê Kurd hat protestokirin. Di çalakiya ku li Konîgstrase’yê pêk hat de endam û çalakvanên DTKM, AGÎF, SKB, YDG, PARTÎZAN, Jina Nû, Atîk û TJK-E jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de ku danezan dihatin xwendin rêwiyên derbas dibûn jî tevlî bûn û piştgiriya xwe nîşan dan.