Li Fînlandiya Newroz hate pîrozkirin
Li bajarê Oulu û paytexta Helsînkiyê cejna Newrozê hate pîrozkirin.
Li bajarê Oulu û paytexta Helsînkiyê cejna Newrozê hate pîrozkirin.
19’ê Adara 2025’an di saet 20’an de bernama Newrozê li bajarê jor Oulu destpê kir. Peyamên Newrozê ji aliyê mêhvan û rêxistinan ve hatin xwendin ku hinek ji wan dostên Fînlandiyayî bûn. Hunermend Beser Şahin û Sipan Xelat jî muzîka xwe pêşkêş kirin û coşek dan şevê.
20’ê Adara 2025’an di saet 18.00’an de li paytexta Helsînkî bernama şeva Newrozê destpê kir. Peyam hatin xwendin. Mêhvanê şevê Ferhat Encû bû. Rêxistinên Kurd û Fînlandiyayî jî peyamên xwe xwendin. Temaya Newrozê Azadiya Rêber Apo bû. Hunermendên şevê; Ehmed Dilşêr, Beser Şahîn, Kawa Ûrmiye, Îbo Qamîşlo û Sîpan Xelat bûn. Şev bi beşdariyek zêde ya gel heya direngê şevê bi muzîk, govend û dîlanê heya direngê şevê dom kir.